facebooktwitterpinterest

Kurdfm Radyoya Kurdi Kontakt Informationen

Kurdfm Radyoya Kurdi

Info

Radyoya KurdFM 11.02.2010 ê li bajarê Elmanya Frankfurtê dest bi weşana xwe kir.16.04.2010 ê Appa KurdFM ji bo Iphonê derket. Denghê Hunera Kurdî KurdFM

Geschichte

KurdFM, radyoya Kurdî, navekî hesan û asayî. Ji gûhan re gelik asayî tê. Lê bi taybet ji bo me Kurdan di warê çapemenî û ragihandinê de hindek xalên gelekî nazik hene. Gelik xalên ku heya gelek kesan jê nîne. Gelik xalên wisan nazik ku zêde jî giringî pê nayête dayîn. Xala zimanê Kurdî. Ev xal ji rabihûrînê hetanî îro, ji îro hetanî dahatinê xalekî gelekî giringe. Radyo KurdFM him bi navê xwe radyoya Kurdî ye, him bi naveroka xwe radyoyekî Kurdî ye. Di destpêka sala 2010 ê de li Elmanya nêzîkî bajarê Frankfurtê dest bi weşana xwe kir û hetanî neha bi tevayî zehmetiyên xwe ve jî bi bisporî, pêşketî û dewlemend karên xwe berdewam dike.

KurdFM dengê xwe dighîne hemî Kurdên cîhanê û ji ber ku bo teknîka pêşketî ya demê hatiye amadekirin jî di demekî kinde bû xwedî bi hezaran guhdar û di nav gelê Kurd yê Kurdistanê û yê çardorê cîhanê de cî girt.

KurdFM di hema hezîranê ya 2010 ê de wekî bernama yekem ya Kurdî di nava cîhana App lê de cî girt û App a KurdFM kete nav App Store de. Êdî bi rêka Iphonê, ipod ê û ipad ê li her deverê cîhanê hate gûdarkirin. KurdFM di meha Tebaxê de li Elmanya xwe wekî Merqe tomar kir.

Di dawiya sala 2010 ê de jî KurdFM dest bi amadekirina konsertên Kurdî kir. Şeva xwe ya yekem jî di sersalê de pêk anî. Xebatên Konsertan bi rêka KurdFM di nava Koma Baz de dê bêne meşandin. Bi dehan hunermend û dengbêj li gel KurdFM di peywendiyê dene û di nava hevkariyê dene. KurdFM karek ji karê Hêvî Group e.

Kurtejiyana KurdFM

11.02.2010 ê KurdFM li ser torê dest bi weşana xwe kir. KurdFM bi rengê bernameyên ceribandinê, lê ji roja yekem de bi şev û roj, 24 demhijmêran weşana xwe da destpêkirin û di demekî kin de xwe gihande bi hezaran gûhdarên Kurd yên çardorê cîhanê.

KurdFM wekî radyoyekî azad, serbixwe lê bi her rengî di bin xizmeta kar û xebatên gelê Kurd û Kurdewarî de weşana xwe meşand. Her ku dem bihûrî radyo KurdFm bêhtir hate nasîn û deng veda. Di meha Hezîrana 2010 ê de KurdFM bernameya xwe an jî pêhatina xwe ya ji bo Iphonê Appa yekem ya Kurdî bi navê KurdFM da çêkirin û 14.06.2010 ê Appa yekem an jî bernameya yekem ya Kurdî kete ser App Store de. Piştî ku KurdFM kete ser iphone,ipod û piştre jî ipad ê de êdî li her deverê cîhanê gûdarkirina KurdFM hesantir bû. Ji California ya Emerîka hetanî bi Cînê û hemî deverên dîtir yên cîhanê êdî herkesî dikarî bi rêka Iphone gûh bide KurdFM û di bernama ceribandinê de gûh bide muzîka Kurdî. Di nava çend mehan de nêzîkî 11 hezar kesî bernameya KurdFM daxiste ser telefonên xwe yên desta.

Di demekî kin de çapemenî û ragihandina Kurdî jî bi vê yekê hesiya. Nûçeya yekem derveyî malperên KurdFM ê bixwe, ji aliyê nivîskarê Kurd Evdile Koçer ve hate amadekirin. Evdile Koçer gûh dabû KurdFM û di radyo de dengê keçika Kurd ya ku nû 6 salê xwe qedandibûn gûdar kiribû. Keçika Kurd Liyan wekî Dj ya KurdFM ragihandinên KurdFM dixwendin. Ev yek bala Nivîskarê Kurd kişandibû û, Evdile Koçer nûçeyek li ser DJ Liyan çêkir û di Kovara heftename ya Rûdawê de weşand.

Piştî hingî KurdFM xwe li Elmanya wekî merqeyekî tomar kir. Û li Elmanya bû Merqe. Di heman demê de dîsan bi rêka birêz Evdile Koçer, nûçeyek li ser nepejirandina tirkan ya merqebûna KurdFM dîsan di rûdwê de hate weşandin. Nûçeya di rûdawê de, di malpera rudaw.net ê de jî 16.09.2010 hate weşandin.

Piştî vêya di Firatnews ê de herçend bi tirkî jî be û hindekî tevlîhev jî be nûçeyek li ser KurdFM ê derket. Piştî vê nûçeyê jî gûdarên KurdFM ji berê gelek zêdetir bûn. nûçeya Firatnews.com 23.Cotmeh.2010 ê hate weşandin.

KurdFM her dem bihûrî pêşve çû û xwe bi gelik karên dîtir ve bihêztir kir. Bêgûman ji ber ku radyoyekî azad e û bi derfetên kesane ve xwe ava kiribû, bêhtir di karê xwe de pêş ket û mezin bû.

KurdFM dest bi karên organîze û birêkxistina konseran jî kir. Di dawiya sala 2010 ê de KurdFM amadekiyê koserekî mezin kir. Ji bo vê yekê gelik reklam dane gelik alavên çapê û weşanê. Şeva sersalê konsera yekem ya KurdFM hate lidarxistin.

Piştî sersalê êdî KurdFM jî wekî karekî Hêvî Group-Koma hêvî ya Kurdewarî hate ragihandin. Ji ber ku Hêvî Group 20.01.2011 ava bû.

KurdFM studioya xwe ava kir û qedand û ji bo bernameyên zindî dest bi xebatê kir. Xebatkarên xwe jî her roj zêdetir dibûn û zêdetir dibin.

KurdFM ji bo xebatekî weşanê ya li ser frekansê jî hewil dide.



KurdFM

Hêvî Group
[email protected]
[email protected]

Adresse: Waldstr. 53, 64846 Groß-Zimmern
Telefonnummer: 017673929368
Stadt: Groß-Zimmern
Postleitzahl: 64846


Kommentar zu diesem Ort

hinzufügen eines Kurdfm Radyoya Kurdi-stadtplans zu ihrer webseite;



Wir verwenden Cookies

Wir verwenden Cookies und andere Tracking-Technologien, um Ihr Surferlebnis auf unserer Website zu verbessern, Ihnen personalisierte Inhalte und gezielte Anzeigen anzuzeigen, unseren Website-Verkehr zu analysieren und zu verstehen, woher unsere Besucher kommen. Datenschutz-Bestimmungen